Dibe ku Kurdek şûna Borîs Johnson bigire

Di nav namzedên ku dibe bikevin şûna Serokwezîrê Îngilistanê de, navê wezîrekî Kurd jî derbas dibe.

Borîs Johnson ê behsa destê wî di gelek bûyerên sosret de heye, her çiqasê kiribe di nav partiya mihafizekar de dengdana ji bo pêwabaweriyê bidest xistibe jî, lê ne di rewşeke pir saxlem de ye. Partiya mihafizekar di nav xwe de dabeş bûye, piştgiriya gel ji bo Johnson nemaye. Bi lêpirsînên polîs û îdarî teqez bû ku qanûn hatine binpêkirin. Tê payîn ku encamên lêpirsineke parlamentoyê jî payîzê bê aşkerekirin. Di çarçoveya skandala ku wek “Partygate” tê binavkirin de derketibû holê ku Johnson bi xebatkarên xwe yên ofîsan û şêwirmendên xwe re tevlê pîrozbahiya roja jidayikbûnê bûye.

Wê Johnson hêj bi demekê serokwezîriyê bike, lê ji niha ve behsa kesên ku dibe bikevin şûna wî tê kirin.

Ji namzedên ku behsa wan tên kirin yek jê Wezîrê Perwerdeyê Nadhîm Zahawî ye. Zahawî bi eslê xwe Kurdek e ku sala 1967’an li Bexdayê hatiye dinê. Zahawî yê di 9 saliya xwe de bar kiriye Kraliyeta Yekbûyî, sala 2000’î şirketa lêkolînê ya bazarê YoûGov ava kir. Piştî deh salan ji bo ketina nav siyasetê îstifa kir û bû parlamenter. Bi kampanya derzîkirinê ya antî-covîd’ê meha Îlonê ya sala 2021’î bû Wezîrê Perwerdeyê.

Yek ji namzetên din jî Wezîrê Darayî Rîshî Sûna ku bi eslê xwe Hindî ye. Sûna yê ku demekê pir bi nav û deng bû, ji ber mal û milk û dewlemendiya hevjîna xwe baweriya pê kêm bû.

Çend kesên din ên navê wan derbas dibe ev in:

Wezîra Karên Derve Lîz Trûss a bi rastbêjiya xwe tê zanîn ji bo mayîna di nav Yekîtiya Ewropayê de deng dabû.

Wezîrê berê yê Karên Derve û Tenduristiyê Jeremy Hûnt ku her çiqasê xwe wek alternatîfekî cidî ji bo serokwezîriyê nîşan dide jî ji bo wî nirxandina ne têr karîzmatîk e tê kirin.

Wezîrê Tenduristiyê Sajîd Javîd ê kurê koçberekî Pakistanî ye, piştî ku bû bankerekî navdar bû Wezîrê Darayî yê hikûmeta Borîs Johnson. Sala 2020’î îstifa kir, lê piştî salekê li hikûmetê vegeriya.

Wezîrê Karên Hundirîn Prîtî Patel ku di nav wezîran de weke yê herî mihafizekar tê zanîn. Patel bi eslê xwe ji malbateke Ûganda-Hindistanî ye.

Serokê Komîsyona Karên Derve yê Parlamentoyê Tom Tûgendhat yek ji kesên pêşîn ku digot heke Borîs Johnson ji nav desthilatdariyê bê derxistin ew ê bibe namzet e. Tûngendhat ku endamê berê yê artêşa Îngilîzan bû, berê li Iraq û Efganistanê xebitiye. Bavê wî Îngilîz û dêya wî Fransî ye.

Wezîrê Bazirganiya Derve Penny Mordaûnt, kesekî alîgirê kampanyaya Brexîtê ye. Wek axaftvanekî baş tê dîtin.