Tevî zextan jî Serokê Demokrat Joe Biden hê jî bi awayekî fermî dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Lê belê li gorî medyaya mezin a DYE’yê Joe Biden êdî vê yekê paşguh nake.
Medyaya Emerîkî vê rewşê ji bo Joe Biden weke destpêka dawiyê nîşan dide. Her çend ji hilbijartinên serokatiyê re 3 meh mane jî, aliyên demokrat naxwazin ku li hemberî Donald Trump ê komarparêz li gel Joe Biden dewam bikin.
Spekulasyonên ku wê Joe Biden wezifeya xwe ya serokatiyê dewr bike, her ku diçe zêde dibin.
Her wiha li gorî gelek ajans, rojname û kesên ji partiya Biden, Joe Biden wê ji kampanyayên hilbijartinê vekişe û wezîfeya xwe dewr bike.
Lê belê li gorî daxuyaniya kesekî li nêzî Biden, têkildarî vê mijarê hê biryareke dawî nehatiye girtin.