Dibe ku Brexît bê taloqkirin

Tevlîheviya derketian Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) hîn jî didome. Dibe ku Brexît ji bo dema piştî 31'ê Cotmehê bê taloqkirin.

Ji bo Brexît di 31'ê Cotmehê de pêk were, pêşnûmeya nirxandina peymana navbera Borîs Johnson û Yekîtiya Ewropayê doh li Kamaraya Avamê hatibû qebûlkirin. Lê belê di dengdana duyemîn de daxwaza pêkhatina vê pêvajoyê ya ji bo sê rojan nehatibû qebûlkirin.

Hewldanên Johnson ên ji bo pêkhatina Brexîtê bi rengê 'nelihevkirî' vê gavê bê encam man. Johnson diyar kir ku piştî dengdanê wê pêşnûmeyê vekişîne. Tê gotin ku Johnson heta dema pejirandina pêşnûmeyê bi rengekî qanûnî li parlamentê, bi rengekî erênî nêzî taloqkirina Brexîtê dibe.

TUSK WÊ TALOQKIRINA PÊVAJOYÊ PÊŞNIYAR BIKE

Di daxuyaniya Konseya Yekîtiya Ewropayê de hate ragihandin ku ji bo astengkirina Brexîta bêyîlihevkirinê wê karibin ku demekê bidin Brîtanyayê.

Serokê Konseyê Donald Tusk di daxuyaniyekê de got, "Ji bo astengkirina Brexîta bêyî lihevkirinê ez ê ji 27 welatên endam bixwazim ku daxwaza Brîtanyayê ya ji bo taloqkirinê qebûl bikin."