Di xwepêşandanên Xezeyê de 2 kes mirin

Li herêma Şerîda Xeze ya Filistînê di navbera artêşa Îsraîl û Filistînê de şer îro ji nû ve destpê kir. Di encama şerê gulebarana dijwar a artêşa Îsraîlê de 2 Filistînî mirin.

Şerê di navbera artêşa Îsraîl û Filistînê de şer ji nû ve destpê kir. Di encama gule reşandina artêşa Îsraîlê de 2 zarok yek jê 14 salî mirin.

Berdevkê çapemeniya artêşa Îsraîlê ragihand ku di xwepêşandana protestoyî ya îro hate kirin de 13 hezar Filistînî tevlî bûne. Berdevk got, teker hatin şewitandin û bikevir û molotofkokteylan êrîşî nuqteyên arêtşa Îsraîlê hate kirin.

Li Şerîda Xeze ya di bin kontrola Hamasê de ye ji 30’ê Adarê û vir ve xwepêşandanên protestoyî dewam dikin. Di şerê ji 30’ê Adarê û heta niha de 178 kesan jiyana xwe ji dest dane.