Di xwepêşandanên dijî darbeyê ya li Sûdanê 2 çalakvan hatin kuştin

Di dema xwepêşandanên protestoyî yên li dijî darbeya lişkerî ku li paytexta Sûdan Xurtûmê hat lidarxistin de 2 çalakvan bi çekê hatin kuştin.

Hate gotin ku dema Sendîkaya Doktorên Alîgirê Demokrasiyê li taxa bakur a Xurtûmê çalakiyên protestoyî lidardixistin, gule li wan hatiye reşandin.

Sendîkayê ragihand ku di encama gulebarana hatî kirin de 2 çalakvanan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne. Rewşa hin ji bîrîndaran giran e.

Hêzên ewlekariyê îdiakir ku wan fîşekên rastî bikar neaniye.

Di çalakiyên protestoyî de dirûşmeya “Gel ên sivîl hilbijart” hat berzkirin.

Beriya niha generalan dest danîn ser rêveberiya demkî.

Çalakvanan jî bi berzkirina dirûşmeya “ji desthilatdariya leşkerî re na” bertek nîşan dan. Çalakî li gelek taxên paytextê hat lidarxistin.

Ji destpêka darbeya leşkerî ve heya niha bi dehan kes jiyana xwe ji dest daye. Leşker ji bo ku xwe rêxistinkirina gel asteng bike medyayên dîjîtal asteng dike, lê çalakvan jî bi rêya SMS’ê ketin nava tevgerê.