Di xwepêşandana li Iraqê de ciwanek din jî mir

Yek ji xwepêşanderên di çalakiya protestoyî ya li patexta Iraq Bexdayê de birîndar bûbû, mir.

Li gorî çavkaniyên ji nexweşxaneyê hate girtin ciwanekî ku şeva Sêşemê birîndar bûbû, 2’yê Cotmehê miriye.

Bi vî awayî hejmara çalakvanên ku mirine gihiştin 3’an. Roja Sêşemê li Qada Tahrîr a Bexda kesek, li parêzgeha Zî Kar ya dikeve başûrê welat jî kesek miribû.