Li Iraqê 2 çalakger hatin kuştin

Li paytexta Iraqê Bexdayê û li başûrê Iraqê di çalakiyên protestoyî de yên bi daxwaza kar û xizmetê de du çalakger hatin kuştin.

Li Bexdayê roja Sêşemê ji hezarî zêdetir çalakger komî ser hev bûn û xizmeta cameweriyê û kar xwestin. Hêzên çekdar ên dewletê li dijî çalakgeran berên rastî bi kar anîn.

Li navenda bajêr bi saetan dengê çekan hat. Li meydana Tehrîrê ku adrêsa sembol a çalakiyan e dûxana reş bilind bû.

Li başûrê Iraqê bajarên Zî Kar û Necefê jî çalakiyên protestoyî bûn û polîsên dewletê êrîş birin ser gel.

Li gorî Midûrê Tendiristiyê yê Zî Karê El Caberî li bajarê Nasiriyê çalakgerek mir, yek jê giran du çalakgeran birîndar bûn. Caberî her wiha îdîa kir, ku 25 polîs jî birîndar bûne.

Çalakger bi dirûşma ''dizan li talanê me da' li dijî rêveberên Iraqî helwest nîşan dan.

Wezareta Tendiristiyê diyar kir, ku di protestoyan de yên li Bexdayê 160 sivîl, 40 jê hêzên çekdar ên dewletê bi tevahî 200 kes birîndar bûne.