NY û Berhem Salih nerazîbûn nîşanî hêzên ewlekariyê dan

Neteweyên Yekbûyî û Berhem Salih hêzên ewlekariyê rexne kir ên ku li hemberî çalakiyên protestoyê şîddet kiribûn.

Roja Sêşemê li Bexdayê ya ku paytext e û li gelek bajarên li başûrê wê ji bo xizmetê çalakiyên protestoyê hate kirin. Tê diyarkirin ku ev protesto li ser torên medyaya civakî hatine rêxistinkirin û tu partiyên siyasî yan jî pêşengên dînî ji bo wê bang nekirine. Ji ber bêkariya zêde, xizmetnekirin û nelirêtiyê protesto tên kirin.

FÎŞEKÊN RASTÎN HATIN TEQANDIN

Hêzên ewlekariyê bi fîşekên rastîn, fîşekên naylon, ava bi şid û bombeyên gazê êrîş kir. Li gorî Wezareta Tendirustiyê du çalakger mirin û gelek jê sivîl 200 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ‘sabotajvan’ sûcdar kir.

SALIH: ÇALAKIYÊN AŞTIYANE MAFEKÎ QANÛNÎ YE

Piştî vê daxuyaniyê Serokkomar Berhem Salih li ser twîtterê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku çalakiyên aştiyane mafekî qanûnî ye. Salih got “Ciwanên me reform û kare dixwazin. Peywira me ev e ku em van daxwazên wan bi cih bînin.”

XWEPÊŞANDER DÎSA DAKETIN KOLANAN

Roja Çarşemê jî li Bexdayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Ev çalakî li taxên El Şaab û Zafaraniyeyê hate lidarxistin.

Li gorî Rêxistina Şeffafbûnê ya Navneteweyî Iraq di nav welatên cîhanê de yên ku herî zêde nelirêtî lê tê kirin, di rêza 12’an de ye. Li gorî saziyên fermî piştî hilweşandina rejîma Saddam, ji sala 2003’an û vir ve 410 milyar eûro winda ye.

Nûnerê NY ê Iraqê Jeanîne Hennîs Plasscheart jî diyar kir ku ew ji ber van bûyeran bi endîşe ne.

Serokê Parlementoyê û pêşengê Şîîyan Mûktada Sadr jî nerazîbûn nîşanî şîddeta li ser xwepêşanderan da û xwest lêpirsîn were destpêkirin.

Serokwezîr Adil Abdul Mehdî jî diyar kir ku ‘Hêzên çekdar li hemberî êrîşkaran bi berpirsyarî tevgeriyane.’ Gelek siyasetmedaran jî diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakgeran.