Di şerê Ermenistan-Azerbaycanê de herî kêm 8 leşker mirin

Di şerê Ermenistan-Azerbaycanê de yê li ser sînor, herî kêm 7 leşkerên Azerî hate kuştin. Erîvanê jî ragihand ku leşkerekî wan hatiye kuştin, 24 jî winda ne.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê de hate ragihandin ku li nêzî Qerebaxê di şerê navbera herdu hêzan de 7 leşkerên Azerbaycanê hatin kuştin. Li gorî daxuyaniyê herî kêm 10 leşkerên Azerî birîndar bûn.

Şerê ku roja Sêşemê qewimî, ji dawiya sala derbasbûyî û vir ve şerê herî giran ê navbera Erîvan û Bakuyê bû.

Ermenistanê jî diyar kir li eniyê leşkerekî wan hatiye kuştin, 24 leşker winda bûne û 13 jî dîl hatine girtin. Erîvanê her wiha diyar kir ku di şer de 2 çeper ji dest dane.

Li ser sînor bi hefteyane rageşî heye. Herdu welatên Kafkasyayê li ser Qerebaxê ku qadeke çiyayî ye şer dikin.

Erîvanê êvarê Sêşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi navbeynkariya Rusyayê agirbest hatiye ragihandin. Herdu alî têkildarî şer hevdu sûçdar dikin.

Azerbaycanê bi piştgiriya Tirkiyeyê bi payîza 2020'î de ji bo kontrolkirina Qerebaxê dest bi operasyonê kiribû. Di şer de zêdeyî 6500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di encama şerê şeş hefteyan de agirbest hate îmzekirin. Ermenistan neçar ma ku gelek herêmên bi dehan salan kontrol dikir ji Azerbaycanê re bihêle. Derdora 2 hezar leşkerên Rus li derdora Qerebaxê hatin bicihkirin. Lê belê aloziya navbera herdu welatan bi dawî nebû.