Di ser şerê li Xezayê de roja 146'an derbas bûn

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li Şerîda Xezeyê de zêdeyî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 30 hezar kes hatine kuştin.

Wezaretê her wiha ragihand ku, di encama êrîşên hewayî ya şevê de herî kêm 79 kesan jiyana xwe ji dest dane.

HERÊMA MIRINÊ

Li gorî NY'yê ev şer herêmên Filîstînê veguherandiye 'herêma mirinê’. Bîlançoya herî giran a şerên ku pêk hatiye ya vî şerî ye. 

Yên herî giran berdêla şer didin sivîl in, ji ber bombebaranan ti dever sexlem nemaye. Li gorî NY'yê ji 2,4 milyon kesî 1,7 milyon kes neçar mane ku ji malên xwe derkevin.

NEXWEŞXANE VEGUHERÎN QADA ŞER

Li gorî NY’ê, li Şerîda Xezeyê ku "nexweşxane veguherîne qadên şer" xela radibe û diyar kir ku her roj mîlyonek zarok travma dijî.”

Li gorî Hamasê 7 zarok li nexweşxaneya El-Şîfa ya bajarê Xezeyê jiyana xwe ji dest dan û 7 zarok li nexweşxaneya Kemal Edwan a bakur jî ji ber "bêavî û birçîbûnê” jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li Refahê ji ber gefa tevgereke bejahî ya mezin û piralî, fikarên civaka navneteweyî zêde dibin. Li vir herî kêm 1,5 milyon mirov rû bi rûyê gefa operasyona mirovî ne.

XELA LI BER DERÎ YE

NY'yê astengiya Îsraîlê ya ketina alîkariyê ji Misrê şermezar kir. Li gorî ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo penaberên Filîstînê (UNRWA), pêwîstiyên mirovî 'bêsînor' in.

UNRWA got, “Xela li ber derî ye. Nexweşxane veguherîn qadên şer. Mîlyonek zarok her roj travma dijîn."

Ajansa Rabûnê ya Pêşketinê ya DYE (USAID) diyar kir ku ew bi rayedarên Filîstînê re li ser vekirina "rêyên derbasbûnê yên zêdetir" nîqaşan dikin. Rêvebera saziyê Samantha Power li ser tora civakî X’yê daxuyaniyek da û got, "Ev mijara hebûn û nebûnê ye.”

HEVDÎTINÊN JI BO AGIRBESTÊ

Welatên navbeynkar yên weke Qeter, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî bi armanca agirbesteke di navbera Îsraîl û Hamasê de hewl didin lihevkirinekê pêk bînin. Lê belê Îsraîl di vê navbera sekinînê  de serbestberdana hemû rehîneyan dike. Hamas jî banga agirbesteke tam, vekişîna leşkerên Îsraîlê ji Şerîda Xezeyê û bidawîkirina dorpêça  Îsraîlê dike.

Serokê Emerîka Joe Bîden got, “Em hêvîdar im ku heta roja Duşemê agirbest pêk were" û destnîşan kir ku “ev Peyman hê ne hatiye temamkirine.”

Di eniya dîplomatîk de, Hevrikên Hamasê û tevgera El Fetîh jî di nav de, nûnerên komên Filîstînî wê roja Pêncşemê li Moskowê bi serokê dîplomasiya Rûsyayê Sergey Lavrov re bicivin.

ZELANDAYA NÛ HAMASÊ WEK 'RÊXISTINA TERORÊ' BI NAV KIR

Zelandaya nû ragihand ku ew ê ji vir û pê ve ‘tevahiya Hamasê’ û baskên wê yên siyasî jî di nav de weke ‘kombûneke terorê’ bi nav bike.