Di sala 2023’yan de li cîhanê cezayên îdamê pir zêde bûn, bi taybetî jî li Îranê

Li gorî rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, sala borî li cîhanê hezar û 153 kes hatin îdamkirin. Ev hejmar hema bêje di nava 10 salên dawî de hejmara herî bilind e.

Rêxistina mafên mirovan roja Çarşemê raporek weşand û diyar kir ku bi taybetî jî li Rojhilata Navîn “înfaz zêde bûne”.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku li seranserî cîhanê herî zêde li Çînê înfaz pêk hatine, lê têkildarî vê yekê ti qeyd nînin. Li Çînê îdam weke sirê dewletê, veşartî tê girtin. Her çendî ku di rapora salane de cih negire jî, tê texmînkirin ku li Çînê bi hezaran kes hatine îdamkirin.

Li gorî raporê di sala 2023’yan de, li Îranê 853 kes, li Siûdî Erebistanê 172, li Somaliyê 38 û li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî 24 kes hatin îdamkirin.

Li gorî hejmaran, ji sedî 74’ê înfazên cezayê mirinê, tenê li Komara Îslamê ya Îranê pêk hatine.