Di razemeniya biyanî de Brîtanya li pêş e, Fransa bi pêş dikeve

Razemeniya biyanî ya li welatên Ewropayê, ku di sala 2016'an de hate kirin, yek ji şeşan zêde bû. Li Fransayê jî, ku hewl dide xwe ji krîza aboriyê rizgar bike, ev rêje zêdetir e.

Razemeniya biyanî ya li welatên Ewropayê, ku di sala 2016'an de hate kirin, yek ji şeşan zêde bû. Li Fransayê jî, ku hewl dide xwe ji krîza aboriyê rizgar bike, ev rêje zêdetir e. Razemeniya biyanî herî zêde li Brîtanyayê hate kirin.

Li gorî lêkolîna şîrketa şêwirmendî û kontrolê ya navneteweyî ya bi navê Ernst & Young (EY), ku navenda wê li Londonê ye, razemeniya derve ya li 43 welatên Ewropayê hatin kirin, 15 ji sedî zêde bû. Li van welatan, di sala 2016'an de 5 hezar û 845 projeyên biyanî ketin meriyetê. Ev jî tê wateya zêdebûna 15 ji sedî li gorî sala 2015'an.

Welatê ku di sala 2016'an de herî zêde razemeniya biyanî ber bi aliyê xwe ve kişand Fransa ye, ku vî welatî ji sala 2008'an û vir ve hê krîz ji ser xwe navêtiye. Li Fransayê, di sala 2016'an de 779 projeyên razemenî yan jî berfirehbûnê hatin kirin. Ev rêje li gorî sala 2015'an  tê wateya zêdebûna 30 ji sedî. Di sala 2016'an de bi saya razemeniyên biyanî, li Fransayê 17 hezar cihên nû yên kar peyda bûn. Ev jî li gorî sala 2015'an tê wateya zêdebûna 24 ji sedî.

Li Ewropayê, welatê ku herî zêde razemeniya biyanî lê hate kirin Brîtanya ye, ku bi rêya referandûma Brexîtê biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê da. Piştî vî welatî Elmanya tê, ku mezintirîn aboriya Yekîtiya Ewropayê ye. Li Brîtanyayê, bi saya şîrketên bi razemeniyên biyanî hatin vekirin, ji bo zêdeyî 43 hezar kesî kar afirand.

ŞÎRKET QANÛNÊN HÊ LÎBERAL DIXWAZIN

EY bi rêveberên 203 şîrketên mezin re axivî û destnîşan kir, ku ji bo razemeniyan şîrket polîtîkayên lîberal dixwazin.

Li Fransayê, bi hilbijartina Emmanûel Macron a ji bo Serokkomariyê re, tê payin ku pêşî li polîtîkayên lîberal bê vekirin.