Di navbeyna DYA’yê û YE’yê de şerê bazirganiyê

DYA’yê gefa li ser baca gumrikê ya li ser pola û bafûnê ya ku ji Yekîtiya Ewropayê tê pêk anî. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, ‘’ev îllegal e’’.

Rêvebriya Washîngtonê Pêrşemê ragihand ku baca gumrikê bînin ser pola û bafûnê ku ji Yekîtiya Ewropayê (YE), Meksîka û Kanadayê tê DYA’yê. Li gorî vê, ji pola 25 ji 100’î û ji bafûnê jî 10 ji 100’î wê bac were standin.

Rayedarên Fransa û Elmanya bi dest xwe re helwest nîşan dan. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokdewletê Amerîkayê Donald Trûmp re bi telefonê axivî û got, biryara ku hatî standin ‘’îllegal’’ e. Diyar kir ku YE wê ‘’bersiveke hişk û bipîvan’’ bide û ‘’netewperweriya aborî şer e’’.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel got, ‘’ev rewş wê ziyanê bide her kesî’’.

Komîsera berpirsê ji bazirganiyê yê YE’yê Cecîlîa Malmstorm got, ‘’ji bo bazirganiyê ne rewşeke baş e.’’

Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker got, ‘’DYA ti rêyeke dî nehişt ku ev pevketin biçe Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê û mafê zêdek a gumrikê bînin ser hilberînên ku ji DYA’yê tên.’’

Kanadayê jî li ser baca gumrikê got, ‘’nayê qebûlkirin.’’ Serokwezîr Justîn Trûdeau bal kişande hevkariya domdirêj a di navbeyna du welatan de û her wiha bi bîr xist ku bi hezaran Kanadayî li rex Amerîkiyan şer kirine û jiyana xwe ji dest dane. Ottawa got ew ê bersivê bidin biryara Trûmp û bi bihayê 16.6 milyar dolarên Kanadayê bacê bînin ser hilberînên Amerîkî.

Meksîka jî biryareke wiha stand û ragihand ku ew ê bacê bînin ser gelek metayên ku ji Amerîkayê tên.

Piştî ku ji danûstandinên peymana bazirganiya serbest a di navbeyna Kanada, Meksîka û DYA’yê de, ya ku 9 mehan domr kir, tiştek derneket Amerîkayê ev bersiv da.

Trûmp li ser helwestan got, ‘’DYA bi dehan sal in di qada bazirganiyê de hate metin. Êdî guherî.’’