Di navbera welatên Rojava û Rûsya de hevrîkiya ‘Afrîqa’ pêş dikeve

Wezîrê Karên Derve yê DYE’ê Antony Blînken, ji bo ku li dijî nifûsa dîplomatîk a Rûsyayê derbikeve, serdana Afrîqayê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Başûrê Afrîqayê di daxuyaniyek a dayî de, ragihand ku Blînken serdana Başûrê Efrîqayê kiriye.

Blînken wê piştre, serdana Komara Kongoyê ya Demokratîk û Rûandayê jî bike.

Ev serdan, piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a ku di meha Tîrmehê de li Brazavîlle, Misir, Etîyopya û Ûgandayê, wê pêk bê.

Di heman wextî de, Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron serdana Kamerûn û Gîne-Bîssaûyê kir.

Ji 24’ê Sibatê dema ku şerê Ûkraynayê destpê kirî û vir ve, Başûrê Afrîqayê di şer de bû xwedî helwestek bêalî û banga şermezarkirina Movkovayê ya welatên Rojavayî, red kir.

Blînken piştî serdanê, roja Yekşemê wê bi Wezîrê Karên Derve yê Başûrê Afrîqayê Naledî Pandor re hevdîtinê pêk bîne. Li gor Wezareta Karên Derve yê Başûrê Afrîqayê, Blînken piştre jî wê têkildarî stratejiya nû ya Afrîqa ya hikûmeta Emerîkayê daxuyaniyê bide.

Wezaretê diyar kir ku wê “têkildarî rewşa jeopolîtîk a cîhanî, guhertinên dawî” bên destgirtin.