Di navbera Îzlanda û Polonyayê de krîza Naziyan

Bi wesîleya salvegera serxwebûna Polonyayê di 11’ê Mijdarê de meşek hatibû lidarxistin. Rojnameya Stûndîn a li Îzlandayê nûçeyek li ser vê meşê çêkir. Ev nûçe bû sedem ku di navbera herdu welatan de krîz pêk were.

Bi wesîleya salvegera 100’emîn a serxwebûna Polonyayê di 11’ê Mijdarê de li Varşovayê meş hate lidarxistin. Ev meş bû sedem ku di navbera Îzlanda û Polonyayê de krîz pêk were.

Sefîrê Polonyayê yê li Îzlandayê Gerard Porkrûszynskî diyar kir ku heke rojnameya Stûndînê ya ku gotiya nûnerên hikumeta Polonyayê bi Naziyan re meşiyaye, lêborîna xwe nexwaze ew ê di navbera du welatan de tiştên neyînî pêk werin.

Rojnameyê diyar kiribû ku serokwezîr, serokkomar û wezîrên Polonyayê tevlî meşê bûne û di meşê de sembolên rêxistinên Naziyan jî hatine hildan.

Sefîrê Polonyayê yê li Îzlandayê Gerard Porkrûszynskî bi nameyekê nerazîbûneke tund nîşanî rojnameya Stûndînê da û diyar kir ku rojname bi vê nûçeya xwe derewan dike. Porkrûszynskî xwest bila rojname ji gelê Polonyayê lêborîna xwe bixwaze.

EM LI PIŞT NÛÇEYA XWE NE, EM LÊBORÎNÊ NAXWAZIN

Edîtorên rojnameya Stûndînê gotar nivîsandin û diyar kirin ku ew ê lêborînê nexwazin. Rojnameyê diyar kir ku çi kesên ku tevlî meşê bûne bi faşîstbûnê û alîgiriya Naziyan nehatine sûcdarkirin û wekî rojnameyên din ên li Îzlandayê wan geşedan ragihandine gel.

Rojnameger Jon Bjarkî Magnûssûn diyar kir ku li Îzlandayê azadiya xweîfadekirinê heye û hewce nake ku Porkrûszynskî ji ber nûçeyekê giliyê rojnameyekê li ba rêveberên welat bike.

Rayedarên Wezareta Karê Derve jî diyar kirin ku ew ê bersivê nedin nameya Porkrûszynskî û gotin ku, "Ev tişt eleqeya xwe bi azadiya çapemeniyê heye û hurmeta me ji vî tiştî re heye."