Di nava sê rojan de 5.900 koçber hatin rizgarkirin

Di operasyonên navbera Lîbya û Îtalyayê de, ji roja Çaşemê û vir ve herî kêm 4 hezar mirov hatin rizgarkirin. Bi karesata roja Çarşemê re cenazeyên 37 kesan ji nava deryayê hatin derxistin.

Di operasyonên navbera Lîbya û Îtalyayê de, ji roja Çaşemê û vir ve herî kêm 4 hezar mirov hatin rizgarkirin. Bi karesata roja Çarşemê re cenazeyên 37 kesan ji nava deryayê hatin derxistin.

Li gorî daxuyaniya yekîniya ewlekariya peravên Îtalyayê Gûardîa Costîera, 2.300 koçberên ji Lîbyayê bi rê ketin, duh hatin rizgarkirin. Di vî karê rizgarkirinê de gelek saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî amade bûn. Cenazeyên 2 koçberan jî hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniyê, roja Çarşemê keştiyek noqî binê avê bûbû, 35 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û hejmara mirovên xeniqîn di nava du rojên dawî de bûye 37 kes.

Hat ragihandin, rojên Çarşem û Pêncşemê, zêdeyî 4 hezar koçber hatin rizgarkirin. Hat gotin, ji roja Sêşemê û vir ve 5.900 û di nava 8 rojên dawî de jî zêdeyî 9.000 mirov hatine rizgarkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê, ku roja Duşemê hatin eşkerekirin, ji 1'ê Çileyê û vir ve 50 hezar koçber hatine Îtalyayê. Li gorî heman mehên sala bihurî, ji sedî 46 zêde bûye.

Di heman demê de zêdeyî 1300 koçber li Derya Spî xeniqîn. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ev hejmar zêdeyî 1400 e.