Di nava hefteyekê de 6 hezar koçber li Derya Spî hatin rizgarkirin
Rêxistina Navneteweyî ya Şopandina Koçberan ragihand, di nava hefteya dawî de 6 hezar koçber hatine rizgarkirin.
Rêxistina Navneteweyî ya Şopandina Koçberan ragihand, di nava hefteya dawî de 6 hezar koçber hatine rizgarkirin.
Berdevkê rêxistinê Joel Mîllman diyar kir, ji ber rewşa guncaw a hewayê, bi hezaran koçber bi rengekî komî ji peravên Lîbyayê bi rê ketine û di ser Derya Spî re berê xwe dane Ewropayê.
Keştiya bi navê Aqûarîûs a ser bi SOS Derya Spî û Doktorên Sînornenas 946 kes rizgar kir ku 248 ji wan zarok in.
Ji Doktorên Sînornenas ê li keştiyê bû Conor Kenny got, "Rewş awarte ye. Di keştiyê de cihê 400 kesî hebû, lê belê 946 kes lê hebûn. Em ne li benda vê bûn. Piraniya wan li ser piyan man. Beriya niha me carekê 400-500 kes rizgar kiribûn. Malzeme û xwarina ku têra herkesî bike hebû."
Hat ragihandin, ku tîma tenduristiyê ya ji 4 kesan pêk tê, neçar ma mudaxleyî zêdeyî sed mirovan bike.
Doktor Kenny got, "Hestiyê hin mirovan şikestî bûn, ku em texmîn dikin li Lîbyayê şîdet li wan hatiye kirin. Yekî ji min re got, ku ew hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin. Yek jî anî ziman, ku dli kêliya dawî de ew reviya ye û xwe rizgar kiriye."
Ji par û vir ve hejmara koçberên ji Lîbyayê berê xwe didin Ewropayê zêde bû. 180.000 kesî hewl dan ji Lîbyayê xwe bigihînin Ewropayê.