Di nava 5 salên dawî de mezaxtinên ji bo çekên nukleer pir zêde bûne

Li gorî raporên Kampanyaya Tunekirina Çekên Nukleer a Navneteweyî (ICAN) û Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (Sîprî), di nava 5 salên dawî de di mîqtarên zêde de razemenî li çekên nukleer hatine kirin.

ZÊDEBÛNA ÇEKÊN NUKLEER

Hêzên nukleer li seranserî cîhanê, gengeşeyên jeopîlîtîk çêdikin û bi vê hincetê jî cephaneyên xwe modernîze dikin. Mezaxtinên di vê qadê de, li gorî du raporên ku 17’ê Hezîranê roja Duşemê hatin weşandin, di nava 5 salên dawî de ji sêyan yek zêde bûn.

Li gorî rapora Kampanyaya Tunekirina Çekên Nukleer a Navneteweyî (ICAN), 9 dewletên xwedî çekên nukleer (DYE, Rûsya, Çîn Îngilistan, Fransa, Hindistan, Îsraîl, Pakîstan û Koreya Bakur) sala borî 91 milyar dolar (85 milyar eûro) xerc kirin.

Li gorî raporeke cuda ya ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (Sîprî) ve hatî weşandin, ev welat çekên xwe yên nukleer modernîze dikin û yên nû bi dest dixin, mezaxtinên xwe jî di rêjeyeke girîng de zêde dikin.

Dîrektora ICAN’ê Melîssa Parke daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Li gorî min, pêşbirkek a çekên nukleer dewam dike.”

Ji Dîrektoriya Bernameya Çekên Îmhayê ya Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (Sîprî), Wîlfred Wan jî wiha got: “Ji dema Şerê Sar û vir ve, çekên nukleer di têkîliyên navneteweyî de rolekî evqas girîng nalîzin.”