Di mijara Filistînê de Demokrat wê berevajî Trump tevbigerin

Namzetên Partiya Demokrat ên ji bo hilbijartinên serokatiya DYE yên sala 2020'î ragihandin ku di mijara çareserkirina pirsgirêka Filistînê de wê polîtîkayeke berevajî ya Trump bimeşînin.

Namzetên pêşhilbijartinê yên Partiya Demokrat diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê bi avakirina dewleteke Filistînê dibe.

SANDERS NETANYAHÛ BI NÎJADPERESTIYÊ SÛCDAR KIR

Ji namzetên partiyê yê ji baskê çep Bernî Sanders li konferanseke saziyeke Yahûdî J-Streetê axivî û xwest, hikumeta Îsraîlê tavilê bi Filistînê re li dora maseyê rûnê û peymaneke ku her kes qebûl bike pêk bîne. Sanders destnÎşan kir ku polîtîkayên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû 'nîjadperest' in û got, herî zêde Yahûdî bi metirsiya nîjadperestiyê zane.

BÎDEN: ÇARESERIYA HERÎ RAST ÇARESERIYA BI DU DEWLETANE

Ji namzetên herî xurt ên Partiya Demokrat Joe Bîden û Elîzabeth Warren jî peyam weşandin û destnîşan kirin ku wê polîtîkayeke berevajî ya Trump bişopînin. Joe Bîden li konferansa J-Streetê bi rêya dîmen peyama xwe weşand û destnîşan kir ku çareseriyeke bi du dewletan çareseriya yekane ya ji bo Îsraîleke aştiyane û demokratîke.

Namzet Elîzabeth Warren jî diyar kir, dema ku dewleta Filistînê ava bû nûnertiya dîplomatîk a li Quds a Rojhilat bê avakirin wê bibe Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Filistînê.