Di medyaya Fransiz de wêneyê dagirkerî û komkujiyê

Piştî komkujiya ku dewleta Tirk Yekşemê kirî Duşembê gelek rojnameyên Fransiz hovîtiya Tirk kirin manşêt.

Rojnameya Lîberatîonê wêneyê jineke Kurd ku dema konvoya sivîl li Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk ve hatî bombekirin, jineke Kurd hewl dida ku rojnamevanekî birîndar ji erdê rake bi kar anîn û sernava, ''Li Sûriyê operasyona Tirkiyê: Destpêka komkujiyekê'' bi kar anî.

Di nûçeyê dde hate gotin konvoya sivîl û nûçegihanan bi derba kuştinê hatiye bombekirin, nêzî 800 DAÎŞ'iyên girtî reviyane û diyar kir, ''Êrîşa Enqerê ya antî-Kurd hate asteke dramatîk û kir ku DYE qadê berde.''

HUMANITE: HEVGIRTINA BI KURDAN RE

Rojnameya L'Humanîte wêneyê dayikeke Kurd ku li ber xizmekî xwe yê şehîd dilorand, li gel sernava 'Hevgritina bi Kurdan re'' bi kar anî. Rojnameyê got ''Şerê Erdogan dike ku cîhadî ji kaosê sûd werbigirin'' û têkilî dagirkeriyê cih da hevpeyvîna bi dehan kesan re hatî kirin. Di nûçeyê ya bi imzeta Pîere Barbancey hate gotin, ''Ji ber sedema Erdogan cîhadî dîsa tên''.

LE MONDE

Rojnameya Le Monde jî bi manşêta ''gefa cîhadî' derket. Rojnameyê got, ''Destwerdana artêşa Tirk talokeya Dewleta Îslamê ku bi desteka Kurdan hatî têkbirin dîsa zindî kir''. Rojnameyê cih da analîza kesekî ya li ser mijarê.

LE FÎGARO: ENQERÊ KOMKUJÎ KIR

Rojnameya Le Fîgaro jî bi manşêta ''Operasyona Tirk a li bakurê Sûriyê kaosê çêdike'' derket, li gel wêneyê bombebaran dewleta Tirk a dagirker. Rojnameyê got, ''Ji ber bombebaran Tirk nêzî 800 DAÎŞ'î reviyan, dûvikên Enqerê yên Ereb ji niha ve gelek komkujî kirin.''