Di makezagona Kubayê de çi tê guhertin?

Di pêşnûmeqanûnek nû ya ji Meclîsa Neteweyî ya Kubayê re hatî pêşkêşkirin de, rista Partiya Komunîst a pêşeng tê destnîşankirin lê wê peywira wê ya sazkirina  “Civaka Komînîst” nebe. Di pêşnûmê de ‘milkiyeta taybet’ jî tê naskirin.

Pêşnûmeqanûna nû, roja şemiyê pêşkêşî Meclîsa Neteweyî hate kirin. Heke ku wekîl pêşnûmeyê erê bikin, wê pêşkêşî referandûmê bê kirin. Serokê meclîsê Esteban Lazo, ji bo pêşnûmeyê got, “Ev nayê wateya ku em fikrên xwe red bikin. Em ji welatekî sosyalîst, serdest, sebixwe, aram û mayînde bawer dikin.”

Lazyo anî ziman ku piştî hilweşîna yekîtiya Sowiyetê Girav ketiye heyameke nû.

Pêşnûmeqanûn, “Rista bazarê û milkiyeta taybet jî di nav de teşeyên nû yên milkiyetê” tên naskirin.

Makezagona 1976’î tenê xalên weke cemawerî, kooperatîf, cotkarî û malên takekesî û şirketan nas dike.

JI BO KESEK BIKARIBE BIBE SEROK DIVÊ BINYA 60 SALÎ RE BE

Di pêşnûmê de, piştî serweriya teqez ya 60 salî ya her du birayan Fîdel û Raûl Castro, zêdetir ji cihêbûna hêzan re cih tê dayîn. Êdî wê ligel serokê dewletê wê serokê hikumetê jî hebe. Pêşnûme, sazkirina serokwezîriyê jî datîne pêşiya xwe. Wê ji niha û şûnde serokê dewletê, ji konseya dewletê û desteya wezîran re serokatiyê neke. Wê qewlê serokê dewletê 5 sal bin lê wê du car bikaribe bê hilbijartin. Ji bo kesek bikaribe bibe serokê dewletê, divê negihaştibe 60 saliya xwe.

Nîşaneya vê ya sembolîk jî, di meha Nîsanê de Mîgûel Dîaz-Canel hatibû cihê Raûl Castro bibû. Canel, 57 salî ye û yekemîn kesê ku piştî şoreşa Kubayê ya 1959’ê ji dayik bûye û bûye serokwezîr. Li aliyê dîtir Raûl Castro 87 salî ye. Dihat payîn ku heta sala 2021’ê li ser serokatiya Partiya Komunîst bimîne. Ligel vê  Castro, komîsyona ku makezagonê bi reformê re derbas bike, bi rê ve dibe.

CIVAKA K0MUNÎST

Makezagona nû, rista Partiya Komunîst digire bin ewlehiyê û ji niha û pê de, li şûna “Avakirina Civaka Komunîst” wê hewl bê dayîn ku sosyalîzm bê sazûmankirin.

JI BO ZEWACÊ PÊNASEYA NÛ

Di Meclîsê de yek ji mijara hatî nîqaşkirin jî zewac e. Di projeya nû de, li şûna ‘Bihevrebûna jin û mêrekî’, weke ‘Bihevrebûna du kesan’ hatiye pênasekirin. Ev jî pêşî li zewaca hevzayendan vedike.