Di 'lîsteya reş' a bihuşta bacê ya YE de 17 welat hene

Di nava welatên ku Yekîtiya Ewropayê (YE) xiste nava 'lîsteya reş' a bihuşta bacê de, Koreya Başûr û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî hene.

Di civîna Wezîrên Maliyeyê yên Yekîtiya Ewropayê de biryarek hate girtin û 17 welatên cuda di lîsteyeke bi navê 'bihuşta bacê' de hatin bicihkirin.

Di 'lîsteya reş' a ku ji bo têkoşîna dijî 'qaçaxçitiya bacê' hate ragihandin de, gelek dewletên biçûk û mezin hene.

Welatên ku di vê lîsteyê de cih digirin: Koreya Başûr, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn, Barbados, Grenada, Gûam, Mogolîstan, Namîbya, Palaû, Panama, Samoa, Samoa Amerîka, Giravên Marshallê, Macaû, St. Lûcîa, Trînîdad anf Tobago û Tûnis."