Di lehiya Lîbyayê de herî kêm 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane

Li gorî Heyva Sor a Lîbyayê li bajarê Dernayê ya ku lehiyê lê xistibû heta niha li gorî tespîtên wan 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 10 hezar kes jî winda ne.

Şaredarê Dernayê Abdulmenam Al-Ghaîthî diyar kir di lehiyê de kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku nêzî 20 hezarî bibe.  

Heyva Sor a Lîbyayê jî diyar kir li bajarê Dernayê ya ku lehiyê lê xistiye, heta niha 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi lehiyê de du bendavên li Dernayê teqiyabûn û herî kêm 30 milyon metrekup avê her tişt dabû ber xwe.