Dîmenên Kongreya 12'emîn a PKK'ê
Em dîmenê nîqaş û wergirtina biryaran ên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê diweşînin ku bi biryara fesixkirina avahiya rêxistinî û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî bi encam bû.
Em dîmenê nîqaş û wergirtina biryaran ên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê diweşînin ku bi biryara fesixkirina avahiya rêxistinî û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî bi encam bû.
Di Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê de ji bo Rêber Apo pêvajoya pratîkbûnê bimeşîne û bi rê ve bibe, biryar hate dayin ku avahiya rêxistinî ya PKK'ê bê fesixkirin, dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî bê anîn û hemû karên bi navê PKK'ê têne meşandin bêne bidawîkirin.
Kongreyê di serî de Kurdistan û Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê deng veda, hîn jî deng vedide. Em hin dîmenên kongreyê diweşînin ku delegeyên kongreyê nîqaşan dikin û biryaran erê dikin.