Di konferansa Ûrban 20’ê de banga Peymana Avhewayê hate kirin

Li Arjantînê di Konferansa Ûrban 20’ê de bang li welatên mezin ên cîhanê hate kirin. Di konferansê de hate xwestin ku divê tevdîrên ji bo germahiya global roj berî rojekê werin pêkanîn.

Di Konferansa Ûrban 20’ê de ya ku li paytexta Arjantînê pêk hat, piraniya wan ji welatên endamên G 20’yê nûnerên 34 bajarên metrepol tevlê bûn.

Di danezana bidawîbûna konferansê de bang hate kirin ku bila ji bo avhewaya global hewldan pêk werin. Di danezanê de hate diyarkirin ku divê enerjiyên fosîl ên wekî petrol, komir û gazê êdî neyên bikaranîn.

Nûnerên bajarên New York, Pekîn, Tokyo, Berlîn, Parîs, Hambûrg, Roma, Amsterdam, Londra, Madrîd, Seûl, Sao Paulo, Cakarta û Meksiko tevlî konferansê bûn. Ji Rûsya û Tirkiyeyê tu bajar tevlî konferansê nebûn.

Di danezana konferansê de bal hate kişandin ser germahiyê û hate diyarkirin ku heke germbûna global 1,5 an jî 2 dereceyan zêde bibe, ew ê jîngehên bi milyonan kesan û qadên çandiniyê tune bibin.