Ji ber baranên mosûnê yên li welatên Başûrê Asyayê nêzî 800 kesan jiyana xwe ji dest dan, saziyên alîkariya mirovî hişyariya nexweşiyên belav dibin da.
Li Bangledaşê 115 kes mirin, 5.7 milyon kes jî ji ber lêhiyê bandor bûn.
Li Assam a yek ji eyaletên nêzî Bangledaş a Hindistanê ye, rayedaran diyar kirin ku 180 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li eyaletên Arûnaşal, Pardeş, Nagaland û Manîpûr ên Hindistanê jî ji ber lêhiyê 250 kes mirine, nêzî nîv milyon kes jî bi demkî li cihên cuda hatine bicihkirin.
Li Nepalê jî ji ber karesata lêhiyê 140 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran mirov her tiştê xwe winda kirin, malên wan bi temamî hatine hilweşandin.