Di hilbijartinên Italya de siûda piraniya ti tifaqê nîne

Li Italya ji bo hilbijartinên ku Yekşemê wê werin kirin xebatên dawî yên propagandayê têne kirin, ankêt dibêjin ti tifaq bi serê xwe wê nikaribe bibe desthilatdar.

Tê payin ku tifaqa partiya serokwezîrê berê, ku ji ber sûcê qeçaxiya bacê nikarê nikare bikeve hilbijartinê Sîlvîo Berlusconî, Forza Italîa û rastgirê radîkal Lîga Bakur û Fratellî d’ltalîa di hilbijartinê de bibe yemîn. Di xwepêşandana tifaqê de duh bernameyeke bi bihayê 140-300 milyar euro hatibû eşkerekirin ku di nav de kêmkirina bacê, ewlehiya sînor, astengkirina koça penaberan û zêdekirina dersînorkirinê hebû.

TI TIFAQ BI SERÊ XWE NIKARE BIBE DESTHILATDAR

Di nav çarçoweya qedexeya hilbijartinê de her çendî qedexe be 15 rojên dawî ankêt werin belavkirin jî ankêtên berê nîşan didin ku tifaqa rastgir û rastgiriya radîkal ji hilbijartinê wê yekemîn derkeve. Di ankêtan de rêjeya dengan a tifaqê 37 ji 100’î xuya dike.

Tifaqa çepgiriya-navend ku Serokwezîr Matteo Renzî namzetê wê ye 27 ji 100’î bistîne.

Her wiha tê texmînkirin ku Tevgera 5 Stêrikan (M5S) ku bi gotinên populîst tê zanîn bi 28 ji 100’î standina dengan bibe hêza duyemîn.

Li gel pergala hilbijartinê ya tevlîhev a Italyayê jî ji bo ku tifaqek praniyê bistîne divê di navbeydana 40-45 ji 100’î dengan bistîne.

Lê di encamên ankêtan de tê gotin dengên li ser sendoqan werin standin dibe ku cudatir be. Beriya hilbijartina 2013’an dengên M5S di navbera 19-20 ji 100’î dihate hesabkirin, dengê partiya ku cara pêşî dikete hilbijartinê bûbû 25 ji 100’î.