Di hilbijartinên Iraqê de Koma Sadr bi ser ket
Di hilbijartinên Iraqê de Koma Sadr a ser bi oldarê Şîa Muqteda es Sadr bi ser ket. Rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê jî ji sedî 41 bû.
Di hilbijartinên Iraqê de Koma Sadr a ser bi oldarê Şîa Muqteda es Sadr bi ser ket. Rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê jî ji sedî 41 bû.
Hate ragihandin ku di hilbijartinên giştî yên Iraqê de Koma Sadr bi ser ketiye.
Koma ser bi lîderê Tevgera Sadr a Şîa Muqteda es Sadr li meclîsa ji 329 kursiyan herî kêm 70 kursî bi dest xist.
Li gorî encamên destpêkê ku ji aliyê wezîfedarên hikumeta herêmî ve hatin piştrastkirin, Koma Sadr zêdeyî 70 wekîl bi dest xist.
Muqteda es Sadr ku serketina xwe ragihand, li televîzyonê axivî û soz da ku wê li dijî karên nelirê yên li welêt têbikoşe. Es Sadr hişyarî da dewletên biyanî ku tevlî karê avakirina hikumetê nebin.
Li gorî encamên fermî yên nemisoger Partiya Takkaddûm a bi lîderiya Serokê Meclîsê yê Sûnî Mûhammed Halbûsî 38 kursî bi dest xist. Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya Serokwezîrê Berê Nûrî El Malîkî jî 37 kursî wergirt.
Li Iraqê rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê gelekî kêm bû.
Komîsyona hilbijartinê diyar kir ku tenê ji sedî 41 ê hilbijêran dengê xwe dane. Ev rêje ji tevlîbûna hilbijartinên sala 2018'an jî kêmtir e ku hingî ji sedî 44.5 ê dengdêran tevlî bûbûn.