Di hilbijartinên Bûlgaristanê de Serokwezîr Borîsov bi ser ket

Di hilbijartinên giştî yên Bûlgaristanê de Partiya Welatiyan a ji bo Pêşketina Ewropayê (GERB) a Serokwezîr Boyko Borîsov bi ser ket.

Li Bûlgaristanê ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye, bang li 6 milyon û 355 hezar û 633 hilbijêrên qeydkirî hate kirin, ku ji bo hilbijartina meclîsa nû dengê xwe bidin. Li vî welatî ku ji ber şewbê ji aliyê aborî ve di nava krîzê de ye, ji 30 partî û koalîsyonên siyasî nêzî 7 hezar namzet tevlî hilbijartinê bûn.

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartina meclîsa ji 240 kursiyî, Partiya Welatiyan a ji bo Pêşketina Ewropayê ya Bûlgaristanê (GERB) a bi lîderiya Serokwezîr Boyko Borîsov bi ser ket. Medya Bûlgar ragihand ku 7 partî ji benda hilbijartinê ya ji sedî 4'an derbas bûne. Partiya Sosyalîst a Bûlgaristanê (BSP) jî ji sedî 17 ê dengan wergirt û bû partiya duyemîn.

KOALÎSYONA ÇEP JI BENDÊ DERBAS BÛ

Serketiyên din ên hilbijartinê jî wiha ne: 'Gelekî wiha heye' (ÎTN) a bi lîderiya Şovmen Slavî Trîfonov ji sedî 15, Tevgera Azadî û Maf (HOH) ji sedî 11 û Bûlgaristan a Demokratîk (DB) a rastgir ji sedî 10 ê dengan standin. Koalîsyona bi navê 'Rabe ser piyan, Maganda derve' ku ji partiyên çep pêk tê bi rêjeya ji sedî 4.2 ji benda hilbijartinê derbas bû. Partiya Rêxistina Şoreşa Makedon-Edîrneyê (VMRO) ya neteweperestiya tund a bi lîderiya Wezîrê Parastinê Krasîmîr Karakoçanov ji sedî 4 ê dengan stand û tevlî meclîsê bû.

Li Bûlgaristanê ku bi şewbê re krîzê civakî û aborî yên giran rû da, Serokwezîr Borîsov tê sûcdarkirin ku nelirêtiyeke giran kiriye. Çavdêrên siyasî rexneyan dikin ku hikumeta Borîsov wê fonên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo têkoşîna li dijî şewbê bi rengekî wekhev belav neke. Piştî hilbijartinên doh tê meraqkirin ku hikumeta nû wê çawa be.