Di hilbijartinên Arjantînê de ekonomîstê ultra-lîberal Mîleî bi ser ket
Li Arjantînê roja Yekşemê hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartinan de ekonomîstê ultra-lîberal Javîer Mîleî ku xwe weke “anarko-kapîtalîst” dide nasîn, bi ser ket.
Li Arjantînê roja Yekşemê hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartinan de ekonomîstê ultra-lîberal Javîer Mîleî ku xwe weke “anarko-kapîtalîst” dide nasîn, bi ser ket.
Mîleî ku li dijî Peronîstan û lîberalan xwe weke siyasetmedarekî “dijberî sîstemê” dide nasîn, di hilbijartinan de bi zêdeyî 11 puanan li hemberî Wezîrê Ekonomiyê Sergîo Massa bi ser ket. Peronîst 20 sal in li Arjantînê li ser desthilatdariyê ne.
Li gorî encamên fermî, Mîleî ji sedî 55,6 deng bi dest xistin, Massa jî ji sedî 44,3 deng bi dest xistin.
Mîleî (53) wê 10’ê Kanûnê li şûna Alberto Fernandez weke serokkomarê nû dest bi wezîfeyê bike û soza “wê dawî li hilweşînê bîne” û “Arjantînê ji nû ve ava bike” da.