Di êrîşa Londrayê de 4 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
Di êrîşa li paytexra Îngilîstanê Londrayê pêk hatî de polîsek jî di nav de 4 kes mirin, zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa li paytexra Îngilîstanê Londrayê pêk hatî de polîsek jî di nav de 4 kes mirin, zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.
Di encama êrîşa li Parlamentoya Îngilîstan û Pira Westmînster de, 4 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Di nava birîndaran de xwendekarên ji bajarê Fransa Concarneaû yê jî hene.
Şefê Antîterorê yê Îngilîstanê Mark Rowley diyar kir ku kesê êrîş pêk anî, hatiye kuştin.
Rowley wiha got: "Êrîşkarê ku tê texmîn kirin bi serê xwe tevger kiriye, hatiye kuştin."
Kesê ku bi kêrê di nava Parlamentoyê de êrîş pêk anî jî hate kuştin.