Di êrîşa li ser nexweşaneyeke Kabîlê de 2 jê pitik 13 kes mirin

Di êrîşa li ser nexweşxaneyeke ya li paytexta Kabîl a Efganistanê de 2 jê pitik 13 kes mirin.

Berdevkê Wezareta Karê Hundir a Efganistanê Tarik Aryan got: “Di êrîşa terorîstan a li ser nexweşxaneyê de 2 jê pitik 13 kesên bê guneh mirin. Di nava bîlançoyê de dayik û hemşîre jî hene.”

Hêzên ewlekariya Efganî berî di operasyona çend saet dom kir de nêzî 100 kes ji qadê derxistin.

Nexweşxaneya ku 300 yatax lê hene, beşa welidandinê ji aliyê Doxtorên Nînor Nenas ve tê destekkirin. Nexweşxane dieve taxên ku piranî Hazar ên Şîa ku dikeve rojavayê bajar e. Berî niha bi dehan carî çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî van kiribûn.

Di êrîşa întixarî ya li merasîma cenazeyê şefê polîsan a li parêzgeha Nangargar a dikeve rojhilatê welat de jî bi kêmanî 24 kes hatin kuştin, 64 kes jî birîndar bûn. Rayedarekî netewî û wekîlek jî tevlî merasîmê bûbû.

Talîbanan ragihand ku ti berpirsariya wan a ji her du bûyeran tine û nizane ji aliyê kê ve jî pêk hatine.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên demê dawî li parêzgeha Nangarharê derdikevin, di mehên dawî de ji Kabîlê çend êrîşên sansasyonel pêk anî ye.