Di êrîşa li ser Balafirgeha Bexdayê de 5 kes mirin

Di êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de ji welatiyên li avahiyên derdor dijiyan, 2 jin, 3 zarok bi giştî 5 kes mirin, 2 zarok jî birndar bûn.

Bi fuzeyan êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexda a paytexta Iraqê Bexda hate kirin. Di endama fuzeyên katyûşa yên li avahiyên derdorî balafirgehê ketin de, 2 jin, 3 jî zarok bi giştî 5 kes mirin, 2 zarok jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyên ji aliyê çavkaniyên ewlekariyê ve hatin parvekirin, êrîş ji herêma el Cîhat a herêma nêzî balafirgehê pêk hatiye, ziyan gihiştiye 3 avahiyan.

Piştî êrîşê Serokwezîrê Iraqê Mûstefa El Kazimî, fermandaye ku hêzên ewlekariyê yên li herêma el-Cîhat destgîr bikin.