Di êrîşa li Nîjerê de hejmara miriyan bû 100

Li gundên Tchoma, Bangoû û Zaroûmadare ya Nîjerê di êrîşan de 100 kes hatin kuştin.

Almoû Hasssan yê ku şaredarê herêma ku êrîş lê hatiye kirin e, got ku “Terorîst nêzî sed motorbisiklêtan hatin û êrîş kirin. Em hê nû ji gundên Tchoma û Bangoû vegeriyan. Herî kêm 70 kes miribûn. Li Zaroûmadareyê jî 30 mirî hebûn. Terorîst bi qasî sed motorbisiklêtan hatin. Di van êrîşan de 25 kes jî birîndar bûne.”

Şaredar diyar kir ku di navbera du gundan de 7 kîlometre hene û ji bo êrîşê êrîşkar bûne du kom.

Ev gund 120 kîlometre dûrî paytext Nîameyê ne û nêzî sînorên Malî û Bûrkîna Faso ne. Çete her carê êrîşî van gundan dikin.