Di êrîşa li dijî sînagoga Qudisê de herî kêm 7 kes mirin

Polîsê Îsraîlê ragihandin di êrîşa nêzî sînagoga Qidusê de herî kêm 7 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne. Polîsan diyar kirin kesê ku tê îddîakirin êrîşkar e jî hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya polîsan, li gorî saeta herêmî saet 20:15’an de li nêzî sînagogke li kolana Neve Yaakov êrîş pêk hatiye, êrîşkar bi wesayîtekê ji cihê bûyerê reviyaye û pişte di şerê li hemberî polîsan de hatiye kuştin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de polîsan destnîşan kir ku êrîşkar kesekî 21 salî ye û li Qudsa Rojhilat dijî.

Qudisa Rojhilat herêma Filistînî ya bajêr e ku di sala 1967an de ji hêla Îsraîlê ve hatibû desteserkirin.

Ev bûyer piştî êrîşeke giran a li Filîstînê pêk hat. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, roja Pêncşemê hêzên Îsraîlê li bajarê Cenîn ê Şerîa Rojava 9 Filistînî kuşt û gelek kes jî birîndar kiribû.