Di êrîşa li Afganîstanê de 68 kes mirin

Li bajarê Celalabad ê rojhilatê Afganîstanê roja Sêşemê êrîşekî xwekujî pêk hatibû û 68 kes di êrîşê de mirin.

Êrîşa xwekujî li nêzî sînorê Pakîstanê ku 80 kîlometre ji bajarê Celalabad dure di dema çalakiya protestoyê de pêk hat.

Hate ragihandin ku xwekujê zindî di dema çalakiyên protestoyê ya tayîna midurê nû yê emniyetê de pêk hat.

Berdevkê waliyê wîlayeta Nangarhar Ataûllah Hogyanî ji AFP’ê re axivî û got di êrîşê de 68 kes mirin û 165 kes jî birîndar bûn.

Ev komkujî ji serê salê ve li Afganistanê êrîşa herî bi xwîn bû.

Heta niha kesekê êrîş li xwe ne girtiye. Li herêma navborî  çeteyên DAIŞ û tevgera Talîban aktîvin.

Sibeha Sêşemê jî li dijî dibistanekî ya zarokên keç ya li Celalabadê 2 êrîş pêk hatin, kesek mirîbû û 4 kes jî birîndar bûn. Teqîna yekem seat 08:30’an li pêşiya dibistana Malîka Omeyra û teqîna duyem jî dema ku xwendekarên xort diçûn cihê teqînê pêk hat.

Heta niha kesekê ev êrîş jî li xwe ne girtiye. Her ku kom jî li dijî derketina jinan a çûyina dibistanê ye. Ji ber êrîşan gelek dibistanên ku zarokên keç diçûnê hatin girtin.