Di êrîşa hewayî ya Emerîkayê ya li Iraqê de hejmara kuştiyan derket 8’an

Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî ya hêzên Emerîkayê ya li dijî Tûgayên Hîzbullahê yên ku tê îdiakirin girêdayî Îranê ne, 8 leşkerên tûgayê hatine kuştin.

Rayedarekî ewlekariyê yê Iraqê ku ji AFP’ê re axivî û nexwest navê wî bê eşkerekirin, anî ziman ku di êrîşa hewayî ya li herêma Curf el Sakrê de 5 endamên Tûgayên Hîzbullahê hatine kuştin.

Hat ragihandin ku êrîş sibeha roja Çarşemê pêk hatiye. Rayedarekî Haşdî Şabîyê jî ku di nava artêşa Iraqê de cih girtiye, bîlançoyeke bi heman rengî bi AFP'ê re parve kirin.

Lê belê Tûgayên Hîzbullahê yên girêdayî Haşdî Şabîyê bîlançoyek nû dan. Tûgayên Haşdî Şabîyê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşê de tesîsên wan hatine hedefgirtin û 8 endamên wan hatine kuştin. Di daxuyaniya xwe de gotin, ‘’Ev êrîş wê bê ceza nemîne’’ û ev gef xwarin, "Ger dijmin rêbazên xwe yên krimînal bidomîne, em ê jî hedefên xwe berfirehtir bikin."