Di êrişa Îsraîlê de ji malbata şefê Hamasê 10 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê de ya li Şerîda Xezeyê li ser kampeke penaberan hate kirin, ji malbata lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye 10 kes hatine kuştin.
Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê de ya li Şerîda Xezeyê li ser kampeke penaberan hate kirin, ji malbata lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye 10 kes hatine kuştin.
Parastina Sivîl a li Şerîda Xezeyê diyar kir ku roja Sêşemê artêşa Îsraîlê êriş bir ser kampeke penaberan a li Şerîda Xezeyê û di encamê de ji malbata lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye 10 kes hatin kuştin.
Berdevkê Parastina Sivîl Mahmûd Basal got, "Hin şehîd hîn jî di binê enqazê de ne." Basal got, Zahr Haniye xwişka lîderê Hamasê jî yek ji wan kesan e ku hatin kuştin.