Di êrişa Îsraîlê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Di êrişa Îsraîlê ya li ser hin baregehên artêşa hikumeta Şamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Di êrişa Îsraîlê ya li ser hin baregehên artêşa hikumeta Şamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Ajansa hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku vê sibê saet derdora 6:30’an Îsraîlê di ser Deryaya Spî re ji aliyê bajarê Banyasê ve hin baregehên li beravên Sûriyeyê dane.
Hat ragihandin ku di encama êrişê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye û hin zirarên madî çêbûne.
Di 13’ê Mijdarê de Îsraîlê li baregeha El Şiêrat a li rojhilatê Humsê dabû û di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatibûn kuştin, 3 jî birîndar bûbûn.