Di derbarê May de pêşnûmepirsa pêbaweriya hate pêşkêşkirin

Piştî ku Kamaraya Avamê plana Brexitê red kir, der barê Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May de pêşnûmepirsa pêbaweriyê hate dayin.

Li Kamaraya Avamê roja Sêşemê dengdan li ser plana Brexîtê hatibû kirin û li hemberî 202 dengên erê, bi 432 dengan hatibû redkirin. Ji sala 1920'î ve cara yekemîn e ku rayedarekî/e Îngilistanê bi têkçûnekê re rû bi rû dimîne. Bi vê dengdanê, paşeroja Îngilîstanê kete nava rewşeke nediyar. Tê payîn ku 29'ê Adarê Îngîlistan ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve.

Piştî eşkerebûna dengdanê serokê partiya mixalefetê Partiya Karekeran Jeremy Corbyn, li dijî hikumetê pêşnûmepirseke pêbaweriyê pêşkêş kir. Corbyn, encamên wê weke 'bobelat' nirxandin. 

Çapemeniya Îngilistanê jî encama dengdana Kamaraya Avanê bi zimanekî hişk û rexnegir ragihand xwedevanên xwe. Rojnameya The Telegraph bi gotina, "mînakeke rezaletê ye", The Guardianê jî bi gotina, "têkçûna dîrokî" pênase kir. Rojnameya Emerîkî Washington Postê şiroveya ku Îngilistan ‘ber bi bobelatekê ve diçe’ kir. 

Edîtorê Timesê Matthew Parris jî, diyar kir, êdî dema wê ye ku parlementer kar bi rê ve bibin û û got, "Ne di nav hikumetê de ne jî di nav mixaleftê de pêşengiyeke ku ji vê çiravê derkeve nîne."

Heke pêşnûmerpirsa pêbaweriyê ya Partiya Karkeran dayî bê qebûlkirin, divê hikumeteke nû bê avakirin û di nava 14 rojan de dengana pêbaweriyê bigire. Heke di vê maweyê de hikumet neyê avakirin, wê hilbijartina giştî pêk bê.