Di COP 25’ê de wê muzakereyên dijwar werin kirin

Bendewariyên ji konferansa avhewayê ya COP 25’ê gelekî bilind e. Bêtir hewldanên welatên biçûk derdikeve pêş ên ku qirêjiya hewayê bêtir bandorê li wan dike.

Li cîhanê ji bo pêşîlêgirtina germahiya global hewldan roj bi roj zêde dibin. Lêgerînên çareseriyê yên welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne, li Madrîda Îspanyayê didome. COP 25 dest pê kir. Wê konferans li Şîliyê bihata lidarxistin lê ji ber bandora serhildana gel biryar hate dayin ku konferans li Madridê were lidarxistin.

Di COP25’ê de wê muzakere werin kirin û tê xwestin welatên ku herî zêde atmosferê qirêj dikin, werin qanihkirin.

Yek ji meseleya ku pisporên avhewayê dixe nav fikaran ev e ku DYE di serî de gelek welat dev ji projeyên xwe bernadin ên ku wê gazên wekî karbondîoksîtê bera atmosferê bide. Welatên wekî Siûdî Erebistan, Îran û Kûveyt veberhênanên xwe yên li ser projeyên petrolê didomînin. Welatên wekî Çîn û Elmanyayê jî dev ji bikaranîna komirê bernedane.

Ji bo ku germahiya global 1,5 dereceyan derbas neke, divê emîsyonên salê 7,5 ji sedî werin kêmkirin. Di rapora IPCC’ê de hatibû xwestin ku divê hemû welat seferber bibin.

Ji ber vê civînê 68 welatan biryar dabûn ku emîsyonên xwe kêm bikin. Lê qewlên van 68 welatan ji bo kêmkirina emîsyonan têr nake. Sala borî di Mekanîzmaya Xisara Navneteweyî de ya ku li Varşovayê hatibû qebûlkirin, plansaziya vî tiştî hatibû kirin ku piştgiriyê bidin van welatên hejar. Lê ew ê fînansmana vî tiştî çawa be, hê jî nehatiye zelalkirin. Welatên wekî DYE xwe nadin ber lêçûnên ku wê heta sala 2030’an bibe 700 milyar dolar.