Di çalakiyên protestoyê yên li dijî Sîsî de hezar kes hatin destgîrkirin
Li Misrê di çalakiyên protestoyê yên li dijî desthilatdariyê de zêdetirî hezar kes hatin destgîrkirin.
Li Misrê di çalakiyên protestoyê yên li dijî desthilatdariyê de zêdetirî hezar kes hatin destgîrkirin.
Li gorî bîlançoya saziyên civaka sivîl ên Misrê Navenda Mafên Civakî û Aborî û Navenda Azadî û Mafê ji 20’ê Îlonê ve zêdetirî hezar kes hatine destgîrkirin.
Di nava kesên hatine destgîrkirin rewşenbîrên ku rexneyan li hikûmetê dikin jî hene.
Li dijî desthilatdariya Serokê Deweltê Abdulfettah El Sîsî ji roja Înê ya borî ve çalakiyên protestoyê tên li darxistin.
Karsaz Muhammed Alî yê li Sirgunê ku yek ji pêşengê çalakiyan e ji bo roja Înê dîsan banga daketina qadan kir.