Di çalakiyên protestokirina NATO'yê de 140 kes hatin binçavkirin

Li Brukselê, di dema çalakiyên şermezarkirina civîna bilind a NATO'yê de 140 kes hatin binçavkirin. Amadekaran gotin, "Girîng e ku li cihê biryarên şer lê tên girtin, çalakî ji bo aştiyê were lidarxistin."

Di çarçoveya însiyatîfa "Stop NATO 2017" de, roja Pêncşemê zêdeyî 30 kesî li komuna Evereyê xwe li xaçerêyekê girê dan. Polîsan gelek kes ji vê komê binçav kirin.

Di nava rojê de, li herêma dora NATO'yê di gelek çalakiyan de 140 kes hatin binçavkirin. Li ser rêya navbera Balafirgeh û NATO'yê, sê pankart hatin daliqandin.

Bi rêya çalakiya li xaçerêya Bordet a li Evereyê, xwepêşandêran hewl dan tevlîbûna rêveberan a li civîna bilind a NATO'yê dereng bixînin. Bi vî rengî xwestin, saeta destpêkirina civînê sabote bikin. Rêveberên welatên endamê NATO'yê ji rêyeke din çûn û xwe gihandin cihê civîna bilind.

Ji berdevkên însiyatîfa "Stop NATO 2017" Yoûnes got, "Çalakiyên me ne li dijî hatina Trûmp a ji bo Brukselê ye. Serokê Amerîka tenê parçeyek ji vê pirsgirêkê ye. Pirsgirêka rasteqîn NATO ye."

Yek ji berdevkên "Tevgera ji bo Aştiyê" ku di nava xwepêşandanên dijî NATO'ê de cih digire Stephanîe Demblon got, "Li cihê ku biryarê şer lê tên girtin, lidarxistina çalakiyan ji bo aştiyê gelekî girîng e. Armanca NATO'yê pêkanîna aştiyê ye. Armanca me jî ev e. Lê belê rêbazên me ji hev cuda ye. Em dikarin bipirsin, bê şerê li Iraq, Afganîstan an jî li Sûriyeyê bi kêrî cîhaneke aştiyane tên yan na. Di vê mijarê de gumanên me hene."