Di çalakiya ‘Êlek Zeran’ a li Parîsê de şidet hate bikaranîn

Çalakiya ‘Êzek Zerkan’ ên ji dawiya hefteya borî ve li Fanasayê destpê kir, îro jî dewam kir. Polîsan êrîş bire ser çalakiyên li derdora qesra Serokkomariyê ya li Parîs û Champs-Eyleseesê.

Di navbera polîs û çalavanan de şer rûda. Li derdorî Qada Concorde û Serokkomariyê polîsan bi bombeyên gaza êrîşî girseyê kir û serî li şidetê dan.

Wezîrê Karê Hundir ê Fransa Chrîstophe Castaner û lîderê rastgiran ên têkildarî şideta di çalakiyê de hate bikaraîn daxuyaniyek da û ragihandin ku berpirsê şidetê ew in û lêborîn xwestine.

Castaner ê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî got: “Îro pir zêde rastgir kom bûn. Îro ji sibê ve rastgirên tundraw ên kom bûn, bersiv dan banga Marîne Le Pen û saziyên me li gel nûnerên me dixwazin bikin hedef.”

Lîderê rastgirên tundraw Martîne Le Pen jî hikûmet ji bilindkirina aloziyan berpirs girt. Le Pen ragihand ku ti daxuyanî nekiriye ku tu kesî teşwîqî şidetê bikin.