Di çalakiya 'Êlek Zer'an de herî kêm 974 kes hatin destgîrkirin

Li Fransayê doh di çalakiya 'Êlek Zer'an de 1385 kes ketin ber lêpirsînê û tenê li Parîsê 974 kes hatin destgîrkirin.

Di serî de li Parîs, Toûloûse, Saînt-Etîenneyê li gelek bajarên Fransayê çalakî bi tundî derbas bûn. Li Fransayê çalakiyên 'Êlek Zer'an dewam dikin. Li gelemperiya welêt di xwepêşandanan de 1385 kes ketin ber lêpirsînê, 974 kes jî hatin destgîrkirin.

Wezareta Karên Hundir a Fransayê ragihand, 10 hezar jê polîs 125 hezar kes tevlî çalakiyan bûne. Li gorî çavkaniyên polîsan, di dema çalakiyên 'Êlek Zer'an de gelek wesayit hatin şewitandin, vîtrîn hatin şikandin û ji ber ku bend hatin danîn, êrîş hatin kirin. Tenê li Parîsê 974 kes hatin destgîrkirin.

Li herêma Occîtanîe ya li başûrê Fransayê, li bajarê Toûloûseyê şerekî giran rû da. Bend hatin danîn û kel û melên înşaetê hatin şewitandin.

Li bajarê Saînt-Etîenne jî wesayita polîsan hate şewitandin. Li bajarê Rennesê, komeke rûpêçandî li ber qereqola polîsan şewat derxist.