Di asta rekorê de wê partî tevlî hilbijartinên li Elmanyayê bibin

Hat ragihandin, di asta rekorê de wê gelek partî tevlî hilbijartinên giştî yên federal ên 24'ê Îlonê yên li Elmanyayê bibin. Hejmar namzetên jin, vê carê jî di asteke têrker de nîne.

Di hilbijartinên giştî yên federal de wê 61,5 mîlyon dengdêr, ku 31,7 mîlyon jê jin in, wê dengê xwe bidin. Hilbijartina herî dawî ya giştî sala 2013'an hatibû kirin û 61,9 mîlyon kes xwedî mafê dengdanê bûn. Îsal 42 partiyên siyasî û tevger tevlî hilbijartinê dibin. Ev yek asta rekorê ye, ku ji sala 1990'an dema yekbûna her du Elmanyayan û vir ve, hejmareke ewqasî zêde ya partiyan tevlî hilbijartinê dibe.

7 ji partiyên tevlî hilbijartinê bibin, îsal ava bûne. Ji Hîphoyê heta mafên mirovên di kirê de ne, heta mafên vejertaryenan, gelek partiyên ku mafên mirovan diparêzin tevlî dibin. Tevgereke ku daxwaza 'hatiya bingehîn" a ji bo hemû welatiyan dike, tevlî hilbijartinê dibe.

Bi giştî 4 hezar û 828 namzet ji bo bibin parlamenter tevlî hilbijartinê dibin. Li gorî sîstema hilbijartinê ya Elman divê 598 parlamenter werin hilbijartin û her dengdêr xwedî du mafên dengdanê ne. Bi dengê ewilî re nîvê parlamenteran, yanî wekîlên li 299 herêman yekser tên hilbijartin. Bi dengê duyemîn re jî 299 parlamenterên mayî li gorî rêjeya dengê partiyan ên di lîsteyan de ne, tên hilbijartin.

Eger cudahiyeke cidî di navbera dengên yekemîn û duyemîn ên partiyan de tinebe, hingî dibin xwedî maf ku bê bêhtir parlamenteran derxînin. Sala 2013'an ji ber vê yekê 631 parlamenter ji bo Meclîsa Federal hatibûn hilbijartin.

Partiyek ji bo parlamenteran derxîne, divê ji benda 5 ji sedî derbas bibe. Lê belê eger namzeteke/î di dengê destpêkê yê herêma hilbijartinê de bû yekemîn, partiya wê/î ji benda 5 ji sedî derbas nebe jî dibe xwedî maf ku cihê xwe li Meclîsa Federal de bigire.

Di nava namzetan de rêjeya namzetên ji di asta 29 ji sedî de ye. Sala 2013'an 25,8 ji sedî jin hatin temsîlkirin.