Di 2018’an de Elmanyayê bi qasî 200 milyon Eûro çek firotiye Tirkiyeyê

Derket holê di sala 2018’an de Elmanyayê bi qasî 200 milyon Eûro çek firotiye Tirkiyeyê.

Derket holê ku li gorî Wezareta Aboriyê ya Federal ji serê sala 2018’an heta meha Cotmehê fîrmayên Elmanyayê bi qasî 200 milyon Eûro çek firotine artêşa Tirkiyeyê. Di sala 2017’an de ev hejmar bi qasî 60 milyon Eûro bû.

Di heman demê de bazirganiya çekan a bi Siûdî Erebistanê re jî balê dikşîne. Hate diyarkirin ku ji Çileya 2018’an de heta Kewçêrê, di 10 mehan de bi qasî 160 milyon Eûro çek hatine firotin. Di sala 2017’an de ev hejmar jî 50 milyon Eûro bû.

Parlementera Partiya Çep Sevîm Dagdelen nerazîbûn nîşanî firotina çekan da û got ku, “Ligel ku Siûdî Erebistan li Yemenê şer daye destpêkirin û polîtîkayên Erdogan ên tund hene, vê firotina çekan nayê qebûlkirin.”

Di dagirkeriya Efrînê de ligel ku mûxalefetê nerazîbûn nîşan dida jî, çekên Elmanyayê hatibûn bikaranîn. Rêveberiya Berlînê berê jî nûkirina pergala parastinê ya tankên Leopard 2’yê qebûl kiribû yên ku wê firotibû Tirkiyeyê.