Destûr ji namzetiya Ahmedînejad re nehate dayîn

Mahmûd Ahmedînejad, ku di navbera salên 2005-2013'an de Serokkomarî ji Îranê re kir, xwest îsal jî bibe namzet, lê belê destûr jê re nehat dayîn.

Ahmedînejad ku ji bo tevlî hilbijartinên meha Gulanê bibe hefteya bihurî namzeta xwe eşkere kir, ji aliyê rêveberiya olî ya Îranê ve bi erênî nayê dîtin.

Li gorî nûçeyek di televîzyona dewletê ya Îranê de hate weşandin, namzetiya Mahmûd Ahmedînejad nehatiye qebûlkirin.

Mahmûd Ahmedînejad, di navbera salên 2005-2013'an de bi polîtîkayên xwe yên provokatorî yên li dijî welatên Rojavayî tê naskirin. Derket holê, lîderê olî Ayatollah Alî Hamaney, bi fikara ku namzetiya Ahmedînejad rê li ber parçebûna dengên mûxafazakaran veke, li dijî vê derketiye. Tê texmînkirin ku dengên namzetê mûxafazakar Hamîd Baghaî parçe bike.

Hilbijartinên Serokkomariya Îranê wê di 19'ê Gulanê de bên kirin.