Dersa nijadperest û dijminê jinan bû cihê nerazîbûnê

Li Fasê, wêneyên nijadperest û zayendîperest ên ku li dibistaneke Fransayê ji zarokan re tên nîşandan, bûn sedema nerazîbûnan.

Li bajarê Kazanblanka ku yek ji girîngtirîn bajarê Fasê ye, li dibistaneke seretayî wêneyên ku ji xwendekarên pola çaran re tên nîşandan bûn mijara nîqaşê.

Di wêneyekî de ku di dersa 'Pedagojî' de tê nîşandan, şempanze, gorîl, orangûtan, meymûnekî bonobo û jineke reşik xuya dikin Di lêkolînê de pirsa "Meymûnên mezin kîjan ji van e?" li zarokan tê kirin.

Di nûçeya rojnameya Le Petît Joûrnalê de hate ragihandin ku malbatên xwendekaran nerazîbûneke tund nîşanî vê dersa nijadperest û dijminê jinan dan. Li ser giliyên malbatan, gelek komeleyên jinan ketin dewrê û di encamê de rêveberiya dibistanê ji malbatan lêborîn xwest.

Ajansa Perwerdeyê ya Derveyî Welat a Fransayê (AEFE) ku dibistana li Kazamlanka jî di nav de zêdeyî 500 dibistanên Fransayê yê li gelemperiya cîhanê pê ve girêdayî ne, têkildarî mijarê dest bi lêpirsînê kir. Hate ragihandin ku mamosteyê wêneyê nijadperest nîşanî zarokan dane ji wezîfeyê hatine girtin.

Lê belê gelek çavkaniyan wêneyê navborî ji pirtûka dersê ya weqfa bi navê LAMAP'ê wergirtine ku sala 2011'an ji aliyê Akademiya Zanyarên Fransayê û Dibistana Normal a Bilind a Lyonê ve hate amadekirin. Li gorî agahiyan ev pirtûka dersê jî ji bo dibistanên xwecihî yên li Gabonê hatibû amadekirin.