Derbarê şewata li balefirgeha Bexdayê sê rayedar ji peywirê hatin stendin

Li balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê di nava sê rojan de du caran agir bi hinek beşan ket. Serokwezîrê Mûhammed Şîa El Sûdanî sê rayedarên balefirgehê ji peywirê stend.

Şewata di saetên serê sibê yên roja Pêncşemê de bandor li salona VIP ya termînala "Ninive" û gelek ofîsan kir.

Serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî ji bo şopandina lêpirsîna ku ji ber şewatê hatiye destpêkirin bişopîne çû balafirgehê.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîriyê, ekîbên Parastina Sivîl agirê ku serê sibê li termînala "Nînîvê" ya ji du qatan pêk tê, vemirandine.

Di şewatê de tiştek bi kesî nehatiye. Roja Sêşemê jî agir bi beşeke firokexaneyê ketibû û 3 kes bi sivikî birîndar bûbûn.

Serokwezîr Al Sûdanî midûrê balafirgehê, berpirsê ewlekariyê û midûrê îdareya firîna sivîl ji peywirê stend.

El Sûdanî ji kesên lêpirsînê xwest bila sedema rastîn a şewatê were eşkerekirin.

Firokexaneya ku di salên 1980’î de di serdema dîktatorê Iraqê Sedam Husên de hatibû vekirin, heta îro qet nehatiye nûkirin.

Li Iraqê li her qadê li gorî qaîdeyên ewlekariyê tevgerîn pêk nayê. Li van welatên ku binesaziya wan xerab e , trajediyên wisa pêk tên.